Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro dicive.

Fermangeha Medya û Zanyariyan bi daxuyaniyekê diyar kir, di xala yekem a civînê de, wê encamên serdan û gotûbêjên şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê bên pêşkêşkirin.

Xala duyemîn a civînê, wê ji bo pêşkêşkirina reşnivîsa projeyasaya Wezareta Tenduristiyê bi mebesta gotûbêjkirin û pesendkirinê be.

Herwiha babeta buhabûna bihayê kelûpelan li bazarê tevî daketina bihayê dolar li hember dînarê Iraqê, wê di xala sêyem a civînê de were pêşkêşkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin