PeyamaKurd – 3yemîn Fuara Pirtûkan a Wanê, li Navenda Kongre û Pêşangehan bo cara sêyan deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir.
Îsal 51 nivîskar û 120 weşanxane tevlî fuarê dibin û di çarçoveya organîzasyonê de, rojên îmzayê û hin konferans jî dê werin li dar xistin.
Weşanxaneyên Kurdî yên bi navê Nûbihar, Sîtav û Lorya jî di pêşangehê de cihê xwe girtine.
Sala par 250 hezar kesan serdana pêşangeha pirtûkan kiribûn û tê pêşbînîkirin ku îsal 500 hezar kes serdana pêşangeha pirtûkan a Wanê bikin.
Hêjayî gotinê ye ku pêşangeh dê heya 22yê Berfanbarê vekirî bimîne û li benda xwîneran be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin