PeyamaKurd- Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Netewên Yekbûyî Zeyd Raad el Huseyn bang li Tirkiyê kir û got “Berî hilbijartina 24ê Hezîranê, ji bo ku encamên hilbijartinê bêşik bin, Rewşa awarte rakin.
El Huseyn got ku “Fikrên cuda û rexneyên muxalifan bi rengekî tund têne cezakirin. Di rewşeke wiha de encamên hilbijartinê, wê şikdar bin.”
Di derbarê kesên ku di 1ê Gulanê de hatine girtin û rojnamevanên girtî de jî El Huseyn wiha got: “Di van her du salên dawî de, cih li kesên ku cuda difikirin, gelekî teng bû.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin