Baregeha serok Barzanî ragihand: Mijara Kerkûkê sas tê fêmkirin

Baregeha serok Barzanî ragihand: Mijara Kerkûkê sas tê fêmkirin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina baregeha serok Barzanî, di çapemeniyê de di mijara parêzgerê Kerkûkê de, yên ku di çapemeniyê de derketine, ji aliyê YNK ê de hinek tişt şaş hatine fêmkirin. Rojnamevan û nivîsar Arif Qurbanî bi serok Mesûd Barzanî re hevpeyvînekî kiribû û bo radyoya Rûdawê şiroveyan kiribû.

Li gor ragihandina ji baregeha Barzanî ya bi awayê nivîskî; şiroveyên ku Qurbanî kiriye ji aliyê YNK ê de şaş hatiye fêmkirin û bûye sedema şiroveyên cuda. Di ragihandina nivîskî de weha hat gotin:

“Tewrê serok Barzanî yê di derbarê maqamê parêzegaha Kerkûkê û bilêvkirina navê birêz Ferîdon Abdulqadir de, bo raya giştî tîşkê bixin ser mijarê, em van tiştên li jêre radigihînin:

1.Bo avakirina hukumeta Kurdistanê û tayînkirina parêzger bo Kerkûkê bo bi hevre bimeşin, PDK û YNK peymaneka zelal îmze kirine. Di peymanê de hatiye gotin ku divê namzedekî hevpar bê tayînkirin. Ti têkiliyeka vê mijarê û hilbijartina serokkomariya Kurdistanê bi hev tine ye. Ev mijar ji aliyê birayên me yên YNK ê de, bi kîjan aliyê de tê kişandin an peyman çawa şaş tê fêmkirin, rê li ber şaşiyê hatiye vekirin nayê zanîn.

2.Bo parêzgeriya Kerkûkê navê Ferîdon Abdulqadir piştî ji aliyê birêz Kusret Resûl de hat gotin, ket rojevê. Piştî navê Ferîdon Abdulqadir ji aliyê Resûl de hat pêşniyarkirin, anîna wî welatperwerî ya vî maqamî di cîh de hatiye dîtin û hatiye erêkirin. Bi vê sedemê serok Barzanî wezîfe daye Ferset Sofî da bi Kusret Resûl, di vê mijarê de tesdîqa navê wî rabigihîne. Bi vî awayî serok Barzanî û Resûl bi hevakarî li ser navê birêz Ferîdon Abdulqadir gihane heman fikrê.

Em car din dibêjin ku birêz Ferîdon Abdulqadir bo bibe parêzger ê Kerkûkê daxwazeka weha nekiriye, ew bi xwe ji aliyê serok Barzanî û Kusret Resûl de rewa hatiye dîtin. Birêz Abdulqadir gotiye ku wê nikaribe wezîfa vî maqamê zor û zahmet bigre ser xwe lê eger mijar xizmet û çareserkirina mijara Kerkûkê be, ew amadeye ku her fîdakariyê bike.

3.Bo li Kerkûkê şertên awarte ji holê rabin, bo normalkirina asayiş û rêvebiriya bajêr, bo xizmeta xelkê bajêr pêdivî bi parêzgerekî xurt heye. Divê ev parêzger ji bilî PDK û YNKê, fikra Kurdên din, Turkmen û Erebên hevkar û di çarçoveya lihevkirina bi hukumeta Iraqê re bê erêkirin. Ji ber ew kesê bibe walî, ne xwedî erêkirin û erkê be, dê nikaribe xizmetê ji xelkê Kerkûrê bike û dê halê Kerkûkê normal nebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin