Li Kerkûkê agir bi rafîneriya petrolê ket

Li Kerkûkê agir bi rafîneriya petrolê ket

PeyamaKurd- Li bajarê Kerkûkê bi sedemeka nediyar agir bi rafîneriya petrolê ket. Berdevkê çapemeniyê yê rêvebiriya sîvîl Qeys Abdurrezaq ragihand ku sedema şewatê diyar nîne lê agir di demeka kurt de hatiye vemirandin.

Bo agir nekeve beşên din yên rafîneriyê, xebatên beşên din û ciyên nêz hatiye rawestandin. Li ciyê ku agir bi raf^neriyê ketiye gelek ciyên petrolê hene lê agir negihaye wan ciyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin