HSD nasnameya Serçeteyekî DÎASê ku girtiye askere kir

HSD nasnameya Serçeteyekî DÎASê ku girtiye askere kir

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya HSD′ê daxuyandiye ku di demeke pêştir ya vê mehê de, di operasyoneke ewlehiyê ya Dijeterorê (YAT) de li Reqayê, çeteyek bi navê Mihemed Sexir El Bekir (Xalid El Şamî) hat girtin. 

Hatiye ragihandin ku Mihemed Sexir El Bekir cîgirê fermandarê leşkerî ya wîlayeta Şamê bû ku di Çileya 2022an de weke serçeteyê operasyona terorîst beşdarî êrişa li ser girtîgeha Sîna ya Hesekê bûbû.

Beriya 27ê meha borî jî, hêzên YATê yên ser bi HSDê ve bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî terorîstê bi navê Muhened El-Dendeh (Ebû Mihemed El-Miwehid) li bajarê Reqayê girtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin