PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di derbarê şewata li Nexweşxaneya Îmam Husên a li Nasiriye derket de, amadebûna xwe ji bo alîkariya qurbaniyan nîşan da.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di pêwendiyên telefonî de ligel Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, Parêzgariya Zîqarê û Rêveberiya Tendirustiya Zîqarê, amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û şandina her pêwîstiyên bijîşkî û pêşwazîkirina birîndar û nexweşan ji bo nexweşxaneyên Herêmê nîşan da.
Do bi şev li parêzgeha Zîqar a Iraqê, agir bi nexweşxaneyeke Koronayê ket.
Tendirustiya Zîqarê diyar kir, agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 58 kesan can dan.
Tendirustiya Zîqarê rewşa awarte li parêzgehê ragihand û diyar kir, du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin