PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy got, stokên moşekên hêzên Rûsyayê têra xwe hene ku çend êrîşên din ên mezin li ser Ukraynayê pêk bînin.
Zelenskiy li ser Telegramê diyar kir, êrîşa moşekî ya ku îro ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li dijî binesaziyên girîng ên Ukraynayê hat kirin nirxand.
Zelenskiy eşkere kir, 60 moşekên Rûsyayê li hewayê hatin îmhakirin û ji ber çalakiyên bibandor spasiya hêzên berevaniya hewayî kir.
Zelenskiy da zanîn, Kîev jî hatiye hedefgirtin û got, "Li herêmên navendî yên welêt û li nêzî Kîevê zêdeyî 40 roketên terorîstan hatin îmhakirin."
Herwiha bang li hevkarên xwe yên navneteweyî kir, pergalên berevaniya hewayî yên Ukraynayê peyda bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin