Axios: Pistî bombardimana Rojava, serokê CIA yê peyamekî tund da Hakan Fidan

Axios: Pistî bombardimana Rojava, serokê CIA yê peyamekî tund da Hakan Fidan

PeyamaKurd – Axios a ku ajansa medyayê ye û navenda wê Amerîkaye nûçeyekî belav kir û got:

“Serokê CIA yê Bill Burns bi sedema di bombardimana ji aliyê Trukiyê ya ser Rojava de, Tirkiyê hêzên Amerîkayê xistiye talûkê, peyamekî tund da serokê MİT a Tirkiyê Hakan Fidan.”

Di nûçê de hat ragihandin ku di rojên borî de MİT ê bi dronan êrîşên hewayî kiriye ser Rojavayê Kurdistanê û ji ber hêzên Amerîkayê li wê de derê bûne, jiyana wan ketiye talûkê.

Di nûçeya di Axios ê de ku bi îmza Barak David hatiye belavkirin gotiye ku di teqîna li Îstenbolê ya li Taksimê de ku 6 kes mirine, ti rêxistin bûyerê negirtiye ser xwe, di ragihandinên PKK ê û HSD ê de bûyerê qebûl nekirine lê tevî vê rewşê jî Tirkiye operasronên hewayî kiriye ser Rojava. Di nûçê de weha hatiye gotin:

“900 leşkerên Amerîkayê û yên HSD ê li gelek noqteyan bicîhkirîne, ji ber operasyona Tirkiyê ya bejayiyê ku dibe bike, bi endîşe ne, dike ku ewlehiya leşkerên Amerîkayê û hevkarên wan yên Kurd bixin talûkê.”

Piştî operasyonên Tirkiyê yên ser Rojava, tê gotin ku di navbera serokê CIA yê Burns û serokê MİT ê Hakan Fidan de bi telefonê axaftinekî çêbûye. Burns gotiye ku êrîşên hewayî jiyana leşkerên Amerîkayê xistiye talûkê û Amerîka li hemberê operasyonên bejayiyê ye.

Li ser mijarê heya niha Koşka Sipî û CIA ti şirove nekirine lê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price gotiye:

“Amerîka di her carê de ji bo operasyonên bejayiyê û her tevgera leşkerî li Rojava, tewrê xwe ji Tirkiyê re gotiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin