Îdîaya ku Siûdî pistevaniya HSDê dike

Îdîaya ku Siûdî pistevaniya HSDê dike

PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku Erebistana Siûdî, ji bo hêzên Ereb ên girêdayî HSDê xwe rêxistin bikin piştevaniyê dide.

Li medyaya Tirkan hat îdîakirin ku ku 3 şêwirmenên eskerî yên Erebistana Siûdiyê roja înê çûn Kobanê û li Xerab Işkê li binkeya Amerîkayê digel HSDê hevdîtin kirin.

Hat gotin Siûdî dixwaze bi hemahengiya Artêşa Senadîdê ku di bin banê HSDê de şer dike yekîneyeke Ereb ava bike.

Berpirsên Siûdiyê ji bo kesên tevlî yekîneyê bibin soza 200 dolar meeaşî daye, ji bo teleban jî li Heseke û Qamişloyê xalên pêwendiyê ava kirine.

Hêza nû ya bi piştgiriya Siûdiyê dê beşeke Federasyona Sûriyeya Bakur be ku PYDê îlan kiriye. 

PYDê 17ê Adara 2016an ragihandibû ku li bakurê Sûriyê federasyon îlan kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin