Senatoran ji Erdogan re eskere got ku êrîsî 'sirîkên me yên Kurd' neke!

Senatoran ji Erdogan re eskere got ku êrîsî 'sirîkên me yên Kurd' neke!

PeyamaKurd – Dema civîna doh 13ê Mijdarê ya Trump û Erdogan li Koşka Spî, hejmarek senator jî beşdarî kirin û xem fikarên xwe yên derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Kurdan anîn ziman. Senatoran bi giştî di rûyê Erdogan de eşkere gotin, ew naxwazin bibînin ku êrîşî hevpeymanên Kurd dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşeke civîna ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ‎hejmarek senatorên nêzîkî xwe jî vexwendin û senatoran li ser hin mijarên wekî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û S400an fikarên xwe anîn ziman û behsa çend mijarên ser têkiliyênWashington û Enqerê kirin.‎

Senatorê Komarî Lindsey Graham ku li ser êrîşên Rojava rexneyên tund kiribûn û pêşengiya projeyasaya dorpêçan kiribû got: “Armanca vê civînê, hebûna derseke şaristanî ye ji bo dostên me yên li Tirkiyê. Herwiha derfeteke baş ‎heye, eger bikaribin bibînin.”‎

Herwiha senatoran mijarên kirîna sîstema S-400an, rewşa penaberên Sûriyê û êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdan li ‎Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.

Joni Ernst Senatorê Komariyan di civînê de da xuyakirin: “Em dixwazin wek hevpeymaneke bihêz di NATOyê de bimînin. Hûn ji bo me gelekî girîng in. Loma em ‎dixwazin we bînin nav vê çarçoveyê. Em dixwazin behsa S-400an bikin. Dixwazim spasiya te bikim ji bo ‎axaftina li ser penaberên Sûriyê ku li ba we ne. Ev bo me gelekî girîng e. Herwiha em dixwazin li ser ‎wê yekê jî biaxifin ku hinek ji me hevpeymanî Kurd in û em dixwazin li wê jî biaxifin ka çawa kar li ser ‎vê pirsê bikin.”‎

Senatoran bi zelalî fikarên xwe li beramber êrîşa Tirkiyê ya ser herêmên di bin kontrola HSDê de ‎ne ji Erdogan re anîn ziman û jê re gotin, “Kurd hevpeymanê Amerîkayê ne û ligel ‎Amerîkiyan di şerê dijî DAIŞê de jiyana xwe xistine metirsiyê.‎”

Senatorê Komarî Ted Cruz jî wiha got: “Xala yekem a me sîstema S-400 a Rûsî ye, ku ligel firokeyên F-35 nagunce, em hêvîdar in ku Tirkiye ‎vê helwêsta xwe biguhere û S-400an veneguhêze. Xala duyem Kurd, Kurdan jiyana xwe xistin ‎metirsiyê daku ligel Amerîkayê şer li dijî dijminekî hevbeş bikin. Ev cihê nîgeraniyeke cidî ye û em ‎naxwazin bibînin ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike.”‎

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin