PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundewarên Dêrazorê ya Sûriyê, êrîşî kesên kuvarkan kom dikir û di encamê de 18 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, di encama êrîşa çekdarên DAIŞê ya li gundewarê Dêrazorê de 18 kes hatine kuştin ku 4 ji wan leşkerên "Dîfa Wetenî" yên bi ser rejîma Sûriyê ve ne.
Li SOHRê 16 kesên din jî birîndar bûne û zêdetirî 50 kes jî piştî wê êrîşê winda ne.
SOHRê diyar kir, di dema berhevkirina kuvarkan de DAIŞê li çolistana Kebacib a başûrê Dêrazorê êrîş kiriye û dema êrîşê bi milîsên "Dîfa Wetenî" re pev çûne ku di pevçûnê de 12 erebe jî hatine şewitandin.
Li gorî amarên SOHRê di encama êrîşên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024an ve, 186 kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin