PeyamaKurd – Li Hewlêrê, Encumena Mafên Mirova ya Cenêvê, Encumena Navdewletî ya Dêrên Cîhanê û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê civiyan.
Li gor Serokê Desteya Mafên Mirova li Herêma Kurdistanê Ziya Pitros Silêwe yê beşdarî civînê bibû da zanîn, di civînê de behsa rola bernameyên xwendinê di pêşxistina pêkvejiyana ayînî li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Herwiha Serokê Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê da zanîn, ev dîyalog û gotûbêj wê berdewam be, da ku netîceyên wê di nav bernameyên xwendinê de bên bicîhkirin û dê ev civîn li Bexdayê jî bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin