PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg, li ser ku Rûsya ji bajarê Hersonê paşde vekişiya got:
“Me daxwuyaniyê dît lê em ê rawestin û bibînin bê li sehayê çi diqewime. Tişta em dizanin Rûsya paşde hatiye dehfdan.”
Stoltenberg li Londrayê bi serokwezîrê Îngîltere bi Rishi Sunak re hevdîtin kir û paşî pirsên rojnamevanan bersivand. Stoltenberg got ku divê desteka Ûkraynayê dewam bike û weha dewam kir:
“Eger Putin li Ûkraynayê qezenc bike, wê ev ji bo Ûkrayniyan bibe felaket lê di heman wextî de wê me jî di sehayê de bike ku em bêparastin bimînin. Di wê rewşê de, wê bibe ku kî hêza leşkerî bikarbîne, dê ew bigihê armanca xwe.
Dema Rûsya dest bi şer kir, Putin çend xetayan kir. Cesareta Ûkrayniyan, şervaniya wan û parastina welatên wan jibîr kir û hevkarên NATO yê biçûk dît.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin