16 kesan can da û 566 kesên din jî bi koronayê ketin

16 kesan can da û 566 kesên din jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 566 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 16 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya îro 12ê Tebaxê de hat ragihandin, di 24 demjimêrên borî de 655 kes bi vîrusa Koronayê ketine, (389 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê, 27 li Germiyanê, 69 kes li Duhokê) û 16 kesan jî can daye ku ew jî 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, kesek li Helebceyê û 2 kes jî li Duhokê ne.

Li gorî daxuyaniyê 164 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 18.766 kes bi koronayê ketine, 686 kesan can daye (Hewlêr: 203, Silêmanî: 461, Duhok: 11, Helebce: 11) û 10.644 kes jî heta niha baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin