'Pûtîn vekirina rêyên alîkariya mirovî ji bo xelkê Sûriyê qebûl nekir'

'Pûtîn vekirina rêyên alîkariya mirovî ji bo xelkê Sûriyê qebûl nekir'

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di civîna doh 16ê Hezîranê ya Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn de, mijara Sûriyê jî hatiye rojevê û daxwaza Amerîka ya ji bo vekirina deriyan bo alîkariyên mirovî bigihînin xelkê Sûriyê careke din ji aliyê Pûtîn ve hatiye redkirin.

Li gorî ajansa Reutersê ku dispêreke berpirsekî Amerîkî di hevdîtina Biden-Putin de mijra vekirina deriyan û rakirina vetoya rûsî li Asayîşa Navdewletî hatiye rojevê, lê Pûtîn garantî nedaye rêkeftina vekirina rêya mirovî ji bo gihandina hevkariya mirovî nû bike.

Berpirsê Amerîkî ku navê xwe eşkere nekiriye gotiye, rêkeftinek li ser vekirina rêya mirovî nehatiye kirin û Amerîkayê tekezî li ser hevahengiya zêdetir a navbera Washington û Moskowê li Sûriyê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin