Xwestin êrîs bikin ser baregeha Rûdawê ya Qamîslo

Xwestin êrîs bikin ser baregeha Rûdawê ya Qamîslo

PeyamaKurd – Li Binxetê li bajarê Qamîşlo grûbekî ji xortan ku leha PKK ê de sloganan digotin, xwestin êrîş bikin ser tora medyayê ya Rûdawê. Li gor ragihandina nûnerê Rûdawê yê Qamîşloyê Fehîd Sebrî ku agahiyan daye navenda Rûdawê, gotiye li dora 11.30 ê berya nîvro, grûbekî ji gêncan di leha PKK ê de sloganan gotiye û êrîşê baregeha wan kiriye.

Heman gênc, berê li ber baregeha Netewetên Yekgirtû tevlî xwepêşandanê bûne û di peyde berê xwe dane ber Rûdawê û bi çêr û sloganan xwestine bikevin ofîsa Rûdawê.

Fehîd Sebrî, li ser mijarê li asayîşa Rojava geriyane û tîmên asayîşê çûne Rûdawê. Rûdaw dibêje ku tora medyayê ya Rûdawê serbixwe ye û ji parastina wan asayîşa rêvebiriya xweser berpirse.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin