Babacan bi Emîne Senyasar re hevdîtin kir: Em ê ji bo edaletê qonaxa hiqûqî bisopînin

Babacan bi Emîne Senyasar re hevdîtin kir: Em ê ji bo edaletê qonaxa hiqûqî bisopînin

PeyamaKurd - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Tirkiyê Ali Babacan li bajarê Rihayê yê serdana malbata Şenyayaşar ku nobedariya edaletê didomînin kir.

Babacan çû cem Emîne Şenyaşar û da xuyakirin, ew dê heta dawiyê ji bo wekhevî, edalet û şopandina qonaxa hiqûqî ya doza malbata Şenyaşar kar bikin.

Ali Babacan îro li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Min li êş û jana Emîne Şenyaşar guhdarî kir ku li ser vê axê edalet nîne. Em dê ji bo wekhevî û edaletê di nav hewldanan de bin û qonaxa hiqûqî ya doza malbata Şenyaşar bişopînin."

Serokê DEVAyê Ali Babacan roja Şemîyê 16ê Cotmeha 2021ê serdana parêzgeha Rihayê kir û li hotêleke bajêr hevdîtinek ligel Emîne Şenyaşar pêk anî ku hevjîn û du kurên wê di hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an de ji aliyê kesûkaren parlamentarê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz ve hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar ev zêdetirî 222 roj in li ber Dadgeha Rihayê ji bo edaletê nobetê digire û heta niha 4 caran ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Şenyaşar daxwaza dadperwerî û azadkirina Fazil Şenyaşarê kurê xwe dike ku ew jî di bûyerê de birîndar bûbû û ji roja 17ê Hezîrana 2018an ve hatiye 3 sal zêdetir e girtî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin