PeyamaKurd – Milyarek dînar pereyê ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ziyandîtiyên lehiya parêzgeha Duhokê ya çend roj berê qewimîbû veqetandibû, îro gihîşt destê Parêzgarê Duhokê Ferhad Ertûşî.
Li gorî nûçeya Rûdaqê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî gotiye, “ Ew milyarek dînarê Iraqî yê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ziyandîtiyên lehiya parêzgeha Duhokê veqetandibû, îro radestî Parêzgarê Duhokê Ferhad Ertûşî hate kirin.”
Fewzî Herîrî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî biryar daye hinek pere ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê jî tarxan bike, heta niha ka dê çiqas be nehate diyarkirin, lê dê ne kêmtirî ew pereyê ji bo ziyandîtiyên lehiya parêzgeha Duhokê hatibû veqetandin.
Fewzî Herîrî got, Serokê Herêma Kurdistanê, ji nêzîk ve çavdêriya vê rewşê dike û wî amadebûna xwe diyar kiriye ku ji her karên bo çareserkirina pirsgirêkan bikeve li ser milê wî.
Piştî ku bi sedema barîna rêjeyeke zêde ya baranê û çêbûna lehiyê li sînorê parêzgeha Duhokê, zirar gihîşt zêdetirî 400 mal, 200 otomobîl û bi sedan dikanên welatiyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî milyarek dînarê Iraqî weke alîkarî ji bo ziyandîtiyên lehiya li parêzgeha Duhokê veqetandibû.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî 2 milyar dînarên Iraqî weke alîkarî ji bo ziyandîtiyên lehiyên li parêzgeha Duhokê terxan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin