Tirkiye | Di rojekê de ji Covid-19: Wezîr: 100, A.A: 92, Tablo: 89 kes mirin

Tirkiye | Di rojekê de ji Covid-19: Wezîr: 100, A.A: 92, Tablo: 89 kes mirin

PeyamaKurd – Amarên dawî yên rewşa vîrusa koronaya nû Covid-19 yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin eşkerekirin, lê hejmar cud cuda hatin belavkirin.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku nêzî 100 kesan ji nexweşiya korona can dane. Ajansa Anadol (A.A) ya fermî ya Tirkiyê jî hejmara mirinan 92 ragihand. Herwiha di tabloya rojane ya wezareta tenduristiyê de jî wefatên îro yên Covid-19 89 hatin nîşandan.

Amarên din jî Tirkiye ev demek dirêj e li şûna hejmarên kesên testên wan pozîtîf derketine yên nexweşên tên razandin radigihîne ku ev jî bûye sedema rexne û bertekan ku pêşbîniyên kontrolkirina koronayê ji holê radike.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî doh di daxuyaniyekê de banga zelalkirina hejmaran kiribû û gotibû, li gorî amarên midurtiyeta mezargehan a Stenbolê hejmarên mirinên koronayê yên Stenbolê ji hejmarên ku di hefteyekê de li seranserê Tirkiyê hatine ragihandin zêdetir in.

Li gorî tabloya îro 15ê Mijdarê 89 kesan ji koronayê can daye û 3 hezar û 223 nexweş jî hatine tespîtkirin.

Bi van hejmarên dawî re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara mirinên koronayê gihîştiye 11 hezar û 507 kesan ya nexweşan jî bûye 414 hezar û 278 kes.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin