PeyamaKurd - Berpirsê koçber û penaberan li Rojavayê Kurdistanê Şêxmus Ehmed got, heta niha 30 Iraqî ji aliyê jinên DAIŞî ve li Kampa Holê hatine kuştin.
Berpirsê koçber û penaberan li Rojavayê Kurdistanê Şexmûs Ehmed ji BasNewsê re daye xuyakirin, “30 hezar penaberên Iraqî li gel 27 hezar Sûrî û 10 hezar penaberên biyanî ku ji 54 dewletan e di nav kampa Hol a li Sûriyê de hatine bicihkirin .Berdewam jinên DAIŞê tolhildanê li gel penaberên Iraqî dikin û rojane jî jinên DAIŞê gefa kuştinê li penaberên Iraqî dixwin. Gelek penaberên Iraqî ji aliyê jinên terorîstên DAIŞê ve di nav kampê de hatine kuştin. Heta niha 30 penaberên Iraqî hatine kuştin.”
Ehmed dibêje: “Hîn tiştekî bi fermî negihîştiye me bo vegerandina penaberên Iraqî nav kampa Holê. Ew penaberên ku kampê de ne jî newêrin vegerin Iraqê. Ditirsin vegerin û bên girtin. Ji ber wê jî xwe di kampê de vedişêrin û naxwazin vegerin, lê hinek jî hene dixwazin vegerin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin