Tirkiyê bi operasyonekê li Sengalê berpirsekî PKKê girt

Tirkiyê bi operasyonekê li Sengalê berpirsekî PKKê girt

PeyamaKurd – Tirkiyê di encama operasyonekê de, berpirsekî PKKê yê di nav axa Iraqê de girt û pişt re ew birin Tirkiyê.

Li gor zanyariyên ji ajansa AA ya Tirkiyê, kesê hatiye desteserkirin “Îbrahîm Parim” e û navê kod “Laşer” e û berpirsê lojîstîka PKKê li Şengalê bûye.

Heman ajansê diyar kiriye, Îbrahîm Parim di operasyoneke hevbeş a Saziya Istixbarata Niştimaniya Tirkiyê (MÎT) li gel Şubeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Asayişa Enqerê de, li navçeya Şengalê hatiye girtin û pişt re bo navxweyê Tirkiyê hatiye veguhastin.

Herwiha, medyaya fermî ya Hikûmeta Tirkiyê diyar kiriye, Parim di dema şerê Kobanî de, di 6-8 Mijdara 2014an de, li bajarê Wanê beşdarî xwepêşandanên protestokirina êrişa DAIŞê ya bo ser herêma Kobanî de bûye.

Li gor heman çavkaniyê, di sala 2015an de, Îbrahîm Parim tevlî refên PKKê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin