Trump dorpêça nû tesdîq kir

Trump dorpêça nû tesdîq kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump dorpêça nû ya ser Tirkiyê tesdîq kir. Baca bo gumrika elemînyûm û hesinê pola derxist du qatî. Trump ragihandinê di ser hesabê xwe yê medyayê de kir.

Trump, li ser daketina qiymeta perê Tirk li hemberê dolarî axifî: “ Bi Tirkiyê re navbera me xweş nîne. Perê Tirk li hemberê dolarê me qiymeta wî bilez dikeve. Ji bo Tirkiyê, bo baca gumrikê ya hesinê pola û elemînyûmê min bacê derxist du qatî.”

Trump di ser hesabê xwe yê Twiterê de mesaj belav kir û got: “ Perê Tirka li hemberê dolar me yê xurt, bilez dikeve û min biryara zêdekirina baca hesinê pola û elemînyûm da, da bibe du car. Ev zêdekirin di elemînyûmê de %20 û di hesinê pola de %50 ye. Di vê dewrê de têkiliyên me bi Tirkiyê re baş nînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin