Trump: Wê dorpêça Hurmizê dewam bike

Trump: Wê dorpêça Hurmizê dewam bike

PeyamaKurd – Dan û sitendinên navbera DYA û Îranê bi temamî xitimîn. Îran şert daniye pêşiya DYA ku dorpêça ser Hurmizê rake û dê paşî muzakereyan bikin.

Trump jî biryarê da û got heya peymana bernama nuklerî çênebe, wê dorpêça Hurmizê dewam bike. Trump dibêje ku bandora dorpêçê ji bombebaranê zêdetire û ragihand ku Îran nikare nefesê bistîne.

Bihayê varêla petrolê di bazara dinyayê de derket heya 111 dolarî. Rojnama Wall Street Journal dibêje ku Trump fermana ji bo demekî dirêj ya dorpêça deryayê daye.

Hat ragihandin ku heya niha maliyeta şer li ser DYAyê gihaye 25 milyar dolarî.