PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Nîsanê li paytext Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyeyê (CJTF-OIR) General Kevin Lambert kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hat nirxandin û hewldanên rûbirûbûna êrîş û gefên li ser herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de her du aliyan tekezî li ser berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞê kir ku General Lambert amadehiya Hevpeymanan nîşan da ku ew ê piştgiriya xwe ya bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê berdewam bikin daku aramî û ewlehiya herêmê li hemberî zehmetiyên hevpar bê parastin.