PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de pîroz kir û daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan jî kir, li dûvçûneka hûr li gilî û gazindên ku li ser hilbijartinan hatine kirin, bê kirin.
Piştî ragihandina ji %85ên encamên hilbijartinên Parlamentoyê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê, ku li gorî wan encaman PDK bi navbereke mezin li pêşiya hemû partiyan e. Serok Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî serkeftina PDKê di hilbijartinên giştî de li tevahiya kadro, endam û alîgirên PDKê pîroz kir û ragihand, serkeftina hilbijartinan serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye û hilbijartin baştirîn rê ye bo pevguhertina desthilatê.
Barzanî herwiha bang li endam û alîgirên PDKê kir, di dema nîşandana şahî û kêfxweşiya xwe de fîşekan neteqînin û aramiya welatiyan têk nedin.
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ragihand, hinek gilî û gazind li hilbijartinan hatine kirin li ser hebûna sextekariyan ji ber wê jî divê Komîsyona Hilbijartinan li dûvçûneka hûr li wan giliyan bike û rastiyan ragihîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin