PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya kuştina 6 şervanên wan de, ragihand ku ti şer û êrîşek di navbera wan de çênebûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li ser îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku dibêjin 6 şervanên wan di êrîşekê de can dane li ser hesabê fermî yê twîtterê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: " Îdiayên ne rast ji aliyê Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker ve têne belavkirin ku 6 hevalên me di dema êrîşekê de hatine şehîdkirin. Ev nûçe ne rast in û hêzên me neketine nav liv û tevgereke êrîşkirina ser tu deveran."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin