Du otomobîlên îstixbarata Sûriyê hatin teqandin

Du otomobîlên îstixbarata Sûriyê hatin teqandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 2 otomobîlên îstîxbarata leşkerî ya girêdayî hêzên rejîma Sûriyê li ser rêya di navbera Newa û gundê El Delî li rojavayê Derayê de hatin teqandin.

Li gorî zanyariyan, di encama teqînan de kuştî û birîndar çêbûn.

Malpera Dera 24 ragihandiye ku di encama teqîna 2 bombeyan de 3 endamên îstixbaratê birîndar bûn û ew bo nexweşxaneya Senemên a leşkerî hatine veguhestin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka meha Çileyê ve 40 rewşên ewlehiyê bi rê û rêbazên cuda li herêmê rû dane û di encamê de 56 kes hatine kuştin.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin