Biro: “Perçebûna partiyê bi destê îstîxbarata PKKê ye”

Biro: “Perçebûna partiyê bi destê îstîxbarata PKKê ye”

PeyamaKurd- Sekreterê berê yê partiya Yekîtî li Sûriyê Îbrahîm Biro derket bernameya Rûdawê û li ser veqetandina komek endamên ji partiya wan axifî. Biro got ku gelek caran wan dawetî axaftinê û bicîhanîna wezîfeya wan kirine lê nehatine. Biro got ku ew komek biçûkin û kesên ku bi wan re tevdigeriyan, niha yek bi yek ji wan vediqetin. Ev pirsgirêk 3 sal berê destpêkiribû.

Sekreterê partiya Yekîtî û serokê ENKS ê yê berê Îbrahîm Biro ragihand ku ew grûba biçûk li dijî wî radiwestiyane û dixwest Biro dev ji serokatiya ENKS ê berde. Biro weha dewam kir:

“Tevî ku mafê min bû, min nexwest bibim namzed. Lê di dema kongreyê de, hevalên ku nikaribûn werin Kurdistanê, bi rêya Skyp yê tevlî kongreyê bûn. Dema mesele hat ser bijartinan, ew neketin navendê û me hevalekî dinê kir sekreterê partiyê, Silêman Ûso. Bi  taybetî îstîxbarata PKK ê bi wan re di nava têliyên de ne. Ez baş dizanim di cudabûna wan de destê PKK ê heye û bi wan re di nava têkiliyan de ne. Berê digotin divê Yekîtî di nava ENKSê de nemîne,ENKS îxanete lê niha bi eksa wê dibêjin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin