Li Enqerê berpirsekî DAISê yê keçeke êzidî ya revandî pê re bû hat girtin

Li Enqerê berpirsekî DAISê yê keçeke êzidî ya revandî pê re bû hat girtin

PeyamaKurd - Li paytexta Tirkiyê Enqereyê, berpirsekî DAIŞê hat girtin ku keçikeke 7 salî ya Êzîdî revandibû û ligel wî bû.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Enqerê bi alîkariya dezgeha îstixbarata Tirkiyê (MÎT) îro 24ê Sibatê danê sibê berpirsekî DAIŞê yê bi navê S.O girtine ku ev demek çêbûye ji Iraqê derbasî Tirkiyê bûye.

Hat zanîn ku ew berpirsê DAIŞê, ku beriya bibe endamê DAIŞê efserekî artêşa Iraqê bûye, dema hatiye girtin, keçikeke 7 salî ya êzîdî jî pê re bû ku wî terorîstî ew keçik revandiye.

Piştî girtina terorîstê DAIŞê, ew keça êzidî radestî hikûmeta Tirkiyê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin