PeyamaKurd- Ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Hollandê ya Hewlêrê ve li ser hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê wî Qubat Talebanî, peyamek hat belavkirin.
Di derbarê hevdîtina ku duh di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî de peyamên erênî yên pêşwaziyê ku ji qada navdewletî ve tên arastekirin, berdewam in.
Li ser vê hevdîtinê, ji ser hesabê medyaya civakî ya Konsulxaneya Giştî ya Hollandê ya Hewlêrê jî peyamek hat dayîn û hat gotin ku
"Di vê roja ku em damezirandina Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 9ê Gulana 1950î pîroz dikin de em ji ber hevdîtina wan a roja duşemê, pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dikin.”
Duh Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, piştî 6 mehan civiyabûn û di daxuyaniya ku hatibû dayîn de hatibû eşkerekirin ku civîn, di hawireke erênî de hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin