PeyamaKurd – Li welatê Almanya li bajarê Solingenê di festîwala avakirina 650em salvegera bajarê Solingenê de, kesekî bi kêrê êrîşê xelkê kir û di encamê de 3 kes mirin. Bûyer do êvarê seet di 21.45an de qewimiye û li ser bûyerê polîs xortekî 15 salî xist binçav. Êrîşker heya niha wenda ye û li ser îhtîmala terorê jî radiwestin.
Êrîş do êvarê çêbû. Ji dozgeriya Düsseldorfê Markus Caspers îro bi polîs Thorsten Fleiss re civîna çapemeniyê kir. Fleiss got ku xortekî 15 salî xistine binçav û lêdipirsin bê têkiliya xort bi êrîşker re heye an tine, dewam dike. Fleiss got ku êrîşker bi kêrê hema êrîşê qirika xelkê kiriye.
Dozger Caspers jî ragihand ku kesên ku ketine ber êrîşe ti têkiliyên wan bi hev tine, lewra îhtîmala terorê piştguh nakin.
Kesê êrîşker hema êrîşê dora xwe kiriye, 3 kesan kuştiye û 8 kesan birîndar kiriye ku rewşa 5 birîndaran xerab e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin