Dêriyê sînorî yê navbera Colemêrg û Amedîyê ji çûnûhatina gestiyaran re vebû

Dêriyê sînorî yê navbera Colemêrg û Amedîyê ji çûnûhatina gestiyaran re vebû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Sibatê deriyê Sînorî yê Serzêrê ku dikeve sînorê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê û parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji çûnûhatina geştiyaran re hat vekirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê 18ê Sibata 2021ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji roja derketina vê biryarê ve biryar tê cîbicîkirin û êdî geştiyar dikarin ji deriyê sînorî yê çunûhatinê bi awayekî fermî bikin.

Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdiyê ye û li aliyê din ê Bakurê Kurdistanê hevsînorê bajarê Colemêrgê ye ku ev derî bi fermî dest bi xizmeta çûnûhatina welatiyên herdu aliyan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin