PeyamaKurd - Ji Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê hat ragihandin ku Vladîmîr Pûtîn û Benyamîn Netenyahû bi telefonê hevdîtin kirine.
Li gor wê daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû ji bo hewldanên welatiyekî Îsraîlî ku hemwelatiyê Rûsyayê ye jî, sipasî û minetdariya xwe bo Pûtin ragihandiye.
Li gel vê yekê Netenyahû nerazîbûna xwe ji ber gotarên ku ji aliyê rayedarên Rûsyayê ve li civînên Neteweyên Yekbûyî û platformên din bo Îsraîlê bilêv kirine û ji pêwendiyên metirsîdar yên Rûsya û Îranê jî bo Pûtîn diyar kiriye.
Dîsa Serokwezîrê Îsraîlê ji Pûtîn daxwaz kiriye ku pêkutiyan ji bo rizgarkirina dîlên li Kerta Xezzeyê li Rêxistina Xaçasor bike kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin