Brîtanya: Eger weha dewam bike em ê serîda leskerî ava bikin

Brîtanya: Eger weha dewam bike em ê serîda leskerî ava bikin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt, di mijara ku Îran dest daniye ser tankêra wan de got ku ew “korsaniya dewletê” ye û dixwazin bi serokatiya Awrûpayê bo parastina Buhira Hurmizê da ragihandina tankêrên barhilgir bi aramî û ewle herin û werin, mîsyonekî ava bikin. Hunt weha got:

“Eger Îran di vê rêya talûke de dewam bike, li temamê peravên behrê, mecbûre qebûl bike ku hebûneka leşkerî ya Rojavayî hebe.”

Hunt di mijara desteserkirina tenkêra Brîtanî ya bi navê Stena Impero bo Kamara Awamê agahî da. Hunt di agahiya xwe de weha dewam kir:

“Bo di vê herêmê de bi awayeka bi ewle û aramî, muretebat û kargo karibin herin û werin, em ê xebatê bikin ku di bin serokatiya Awrûpa de mîsyoneka parastina behrê ava bikin.”

Hunt got ku di mijarê de di nava hefteyekî de xebatên erênî kirine û teklîfa Amerîkayê ya di derbarê mijarê de, heya dawiya heftê dê encamekî bidin Amerîkayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin