PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, îro 29ê Tîrmehê li dîwana parêzgehê wî pêşwazî li konsolosê Çînê yê Hewlêrê Ni Ruchî kir.
Umêd Xoşnaw got: “Konsolxaneya Çînê amadebûna xwe nîşan daye ku 90 stûnên ronahîkirinê yên bi enerjiya tavê kar dikin wek alîkariyekê ji Hewlêrê re ronî bikin.”
Xoşnaw diyar kir ku di beşeke din a hevdîtinê de, hatiye diyarkirin ku wê Çîn di demeke nêzîk de 100 hezar derziyên koronayê bigihîne Herêma Kurdistanê.
Parêzgerê Hewlêrê spasiya Çînê kir û got: “Di demek nêzîk de tîmên endezyarî û hunerî yên parêzgehê şeqameke Hewlêrê dê ji bo danîna wê ronahiya bi wuzeya tavê dê kar bikin, ku konsolxaneya Çînê pêşkeşî Hewlerê dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin