PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim El-Meslet, îddiaya ku Tirkiyê dixwaze ew ji nava xaka Tirkiyê derkevin red kir.
Li gor ajansa nûçeyan a Îranî “Tasnim” li ser zarê hin çavkaniyan da zanîn: “Di çarçoveya berdewamiya hewlên wê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên xwe bi Şamê re, Enqera daxwaz ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê kiriye ku ji axa Tirkiyê derkeve.”
Herwiha ajansê destnîşan kir: “Hefteya borî berpirsekî Tirkiyê bi Salim El-Meslet re civiya û wî berpirsê Tirk got, Enqere dixwaze pêwendiyên xwe bi Şamê re asayî bike û divê opozîsyona Sûriyê xwe bi vê rastiyê re biguncîne. Di vê çarçoveyê de divê opozîsyon jî xwe bi vê yekê re biguncîne. Di vê çarçoveyê de jî, divê opozîsyon welatekî alternatîf ji bo koçberan peyda bike û hemû xebatên xwe yên siyasî û medyayî yên li hundirê Tirkiyeyê rawestîne.”
Salim El-Meslet li ser twittera eşkere kir: “Medyaya rêjîma Esed û hevalbendên wê bi berdewamî gotegotên jehrîn belav dikin, bi mebesta dûrxistina gelê Sûriyê ji bira û piştevanên wan.”
İ berdewamiyê de El-Meslet diyar kir: “Medyaya ser bi rêjîma Esed ve axaftinên xapînok afirandine ku dibêjin di hevdîtina me bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re hatine kirin.”
El-Meslet da zanîn: “Ez careke din piştrast dikim ku Tirkiyê bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Sûriyê re li gorî biryara 2254 nîşan daye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin