Polîsê Leskerî li Girê Spî 12 welatî girtin

Polîsê Leskerî li Girê Spî 12 welatî girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 12 welatî ji aliyê Polîsê Leşkerî ve hatin girtin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, di nav kesên hatine girtin de 2 kes jî zarokên di bin 16 saliyê de ne û birayên hev in.

Hate diyarkirin ku polîsê leşkerî yê ji komên çekdar pêk tê, li bajaroka El Turkmen a Girê Spî bi ser gundekî de girtiye û 12 kes bi xwe re birine.

Hate zanîn ku kesên hatine girtin şandina beşa ‘têkoşîna dijî terorê’. Kesên têne revandin û girtin gelek caran bi dayîna fîdyeyê têne berdan ku serê kesekî hezar dolaran distînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin