PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser krîza Ûkraynayê ragihand ku pêşniyar û nîgeraniyên wan ên derbarê garantîyên ewlehiyê de nehatiye bicihanîn, lê ew ji muzarekereyê re amade ne.
Pûtîn herwiha piştrast kir ku hin hêzên wan ên dawî li tetbîqata leşkerî anîne ji sînorê Ûkraynayê vegeriyane baregehên xwe.
Pûtîn û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz îro 15ê Sibatê li Moskowê civiyan û piştre civîneke hevbeş a rojnamevanî saz kirin.
Pûtîn di civîna rojnamevanî de li ser mijara Ûkraynayê û belavbûna NATOyê li rojhilat got ku daxwazên wan ên derbarê garantiyên ewlehiyê de nehatine pêşwazîkirin û diyar kir, hin nêrînên wan hene û wan çend pêşniyar kirine ku yek ji wan qebûlkirina statûya taybet a Rojhilatê Ûkraynayê ye.
Pûtîn destnîşan kir, daxwazên wan nehatine bicihanîn, lê ew dîsa jî ji gotûbêjê re amade ne.
Herwiha Pûtîn li ser nûçeyên vekişîna hin hêzên ji ser sînorê Ûkraynayê jî da zanîn, “Leşkerên me yên tetbîqat kirine ji herêmê vedikişin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin