Amerîka dixwaze Afxaniyên bi wan re xebitîne wan li Qatarê bicîh bike

Amerîka dixwaze Afxaniyên bi wan re xebitîne wan li Qatarê bicîh bike

PeyamaKurd – Rêvebirekê Amerîkayê ku nexwestiye navê wî bê aşkerakirin, bo CNN a Amerîkayê ragihandiye ku rêvebiriya Amerîkayê bi Qatarê re hevdîtin dike da 8 hezar kesên Afxanî yên ku heya niha bi Amerîkayê xebitîne, bi malbatên wan ve, wan bo demekî li Qatarê bicîh bikin. Rêvebir gotiye ku hindik maye bi Qatarê re lihev bikin.

Rêvebir gotiye ku hêj bi Qatarê re lihev nekirine û eger lihev bikin, wê hezar an 2 hezar Afxanî di demeka kurt de bigihînin Qatarê.

Wezîrê bergiriyê yê Qatarê Xalid bin Muhammed el-Atiyye dibe hefteya pêşiya me here Amerîkayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin