PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Qeterê kir û ragihand, wan ligel Qeterê 14 girêbestên di warên cuda de îmze kirine.
Reîsî di vegera Qeterê de ji rojnamevanan re ragihand ku wan di çarçoveya hevkariya navbera herdu welatan de, 14 girêbest hatine îmze kirin.
Serokomarê Îranê da zanîn ku wî û Mîrê Qeterê ferman dane rayedarên xwe ku ew girêbestên di warên aborî, bazirganî, enerjî û kulturê de bilez bikevin pratîkê.
Herwiha Reîsî ragihand ku wê li Qeterê di demeke nêzîkê Ofîsa Bazirganî ya Îranê were vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin