Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser budçe û neftê li hev kir

Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser budçe û neftê li hev kir

PeyamaKurd – Piştî danûstandinên domdirêj Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser mijarên budçeya sala 2020an û neftê li hev kirin. Hat ragihandin ku hefteya pêş me jî şanda Kurdistanê careke din serdana Bexdayê dike û çav li rê ye rêkeftina dawî li ser pirsên di navbera herdu aliyan de bê kirin.

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand, bi aliyên Iraqî re gihîştine rêkeftinê û di guftûgoyan de tekezî li ser parastina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Umêd Sabah bal kişand ser ku guftûgoyên bingehîn derbarê piraniya pirsan de hatine kirin û hevtêgihîştineke baş di navbera herdu aliyan de çêbûye.

Endamê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xalid Şiwanî jî got: "Me nerîna xwe derbarê yasaya budceya sala 2020an de ji Bexdayê re ragihand, li hemberê jî wan bersiva wan jî hebû. Me hejmarek proje derbarê dosyên petrolê, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê, destkeftên darayî û budceya Pêşmerge pêşkêşî Hikûmeta Bexdayê kir û nêzîkbûneyeke mezin di navbera me de heye.”

Xalid Şiwanî: "Diyar kir, hefteya bê careke din serdana Bexdayê dikin, bi hêviya rêkeftina dawî li ser wan pirsan di navbera herdu aliyan de bê kirin."

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên ragihand, di civînan de tekezî li ser pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û destkeftên darayî hate kirin.

Fûad Hûsên herwiha got: "Li ser pirsa petrolê herdu alî gihîştine rêkeftinê, ji bo civîna roja Yekşema bê jî, komîteyek hat pêkanîn, ji bo dariştina reşnivîsa projeyasaya budceyê bike û nûnerên Herêma Kurdistanê jî di wê komîtê de cih girtine."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin