PeyamaKurd – Sibe 8ê Sibata 2022yan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, pijîşk û karmendên tenduristiyê ji ber mercên giran ên xebatê û mûçeyan, karê xwe didin rawestandin.
Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihandiye ku sibe 8ê Sibata 2022yan ji xeynî çend beşan xizmata tenduristiyê bi giştî tê rawestandin.
TTBê wekî sedema rawestandina kar, mafên bijîşkan û mercên karkirinê nîşan daye û ji Parlamentoya Tirkiyê daxwaz kiriye li ser mafên wan sererastkirinê bike û biryarekê derxe.
Li gorî amarên TTBê di nav 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmbûna mûçeyan û tundûtujiya li hember wan ji Tirkiyê koç kirine.
Dîsa di 18 mehên destpêka belavbûna pandemiya koronayê de jî zêdetirî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji karê xwe berdane.
Biryare sibe bi navê ‘Meşa Spî’ li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pizîşk û karmendên tenduristiyê çalakiyan li dar bixin û ji hemwelatiyan jî daxwaz dikin, sibe 8ê Sibatê neçin nexweşxaneyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin