PeyamaKurd - Endamê hevpeymaniya Saîrun a Muqteda Sedr li Parlamentoya Iraqê Riyaz Mesudî got ku ew naxwazin dostaniya Amerîkayê ji dest bidin.
Parlamenterê Saîrun Riyaz Mesûdî ji Sumeriye News re ragihandiye, Amerîka bixwe naxwaze hêzên wê bê razîbûna Iraqê li ser axa Iraqê bimînin û wiha got:
“Em naxwazin welatê me bibe qada êrîşê bo ser ti welatekî û em naxwazin dostanî û pêwendiyên ligel Amerîka û ti welatekî jî qut bibe.”
Parlamenterê Saîrun herwiha biryara Parlamentoya Iraqê parast û diyar kir, mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê metirsiyê li ser biryara siyasî ya Iraqê çêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin