Îran: Em bi Amerîkayê re ser naxwazin!

Îran: Em bi Amerîkayê re ser naxwazin!

PeyamaKurd – Fermandarê Sûpaya Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî, derbarê gefên Amerîkayê yên piştî êrîşa ser baregeha li sînorê Urdinê û kuştina leşkerên Amerîkî de axivî û got, ew şerê bi Amerîkayê re naxwazin.

Heseyîn Selamî gotiye, ew dê gefên Amerîkayê bêbersiv nehêlin, lê ew şerekî rasterast bi Amerîkayê re jî naxwazin.

Fermandarê Pasdarên Îranê diyar kiriye, "Di van rojan de em ji  rayedarên Amerîkî hin gefan dibihîzin û ji wan re dibêjin ku..emê ti gefekê bêbersiv nehêlin û em şer naxwazin, lê ji şer jî natirsin.”

Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîkayê Joe Biden, Îran bi berpirsiya êrîşa ser hêzên amerîkî tawanbar kiribû û gotibû, ew êrîş ji aliyê komên radîkal ên bi piştevaniya Îranê hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin