PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku tevî agirbesê mîlîtanên muxalif li du bajaran agirbesê îhlal kirine. Serokê navenda çavdêriya wezareta bergiriyê ya Rûsyayê Vladimir Savçenko ragihand ku di dawiya heftê de muxalifan êrîşê du bajaran kirine. Vladimir Savçenko weha got:
“ Tevî agirbesê êrîşên rêxistinên muxalif dewam dikin. Mînak li bajarê Lazkiyê du cara êrîş hatin kirin. Dîsa li Helebê rêxistinên çekdar êrîşê jîngeha Tedefê kirin ku hêzên artêşa Sûriyê li wê derê ne. Artêşa Rûsyayê alîkariya mirovî digihîne hinek deveran ciyên weka der û dora Dêrezorê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin