PeyamaKurd - Li Meksîkayê, li gorî encamên destpêkê, Claudia Sheinbaum di hilbijartinên serokatiyê de dibe yekem seroka jin a vî welatî.
Di sandoqan de diyar dibe ku Sheinbaum ji sedî 56ê rayan wergirtiye û li hember hevrikê xwe yê sereke Xóchitl Gálvez ferqeke mezin bi dest xistiye.
Hilbijêran endamên nû yên Kongreyê, waliyên 8 eyaletan û serokê paytext Meksîko City jî hilbijartin.
Kampanyaya hilbijartinê bi tundî derbas bû û li gorî daneyên fermî li seranserê welêt 20 namzetên herêmî jiyana xwe ji dest dan. Lêbelê, lêkolînên taybetî jî hene ku dibêjin ev hejmar 37 e.
Rayedaran diyar kirin ku di 2 êrîşên ku li eyaleta Pueblayê li ser sindoqên dengdanê di dema dengdayînê de 2 kes mirin.
Sheinbaum, 61, ji sala 2018 heta 2023 şaredarê paytaxt Meksîko City bû û piştgirîya serokê berê Andres Manuel Lopez Obrador heye. Di warê fizîkê de yek ji zanyarên sereke yên welêt e. Ew beşek ji koma akademîsyenan bû ku lêkolîna wan li ser guherîna avhewayê di sala 2007 de Xelata Nobelê wergirt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin