PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, bi hinceta qaçaxçîtiya neyasayî ya koçberan 26 kes hatin girtin.
Navenda Asayîşa Wanê ragihand ku kar û xebatên pêşîgirtina koçberên neyasayî berdewam dikin û hate eşkere kirin, li tevahiya bajêr ji bo desteserkirina qaçaxçî û koçberan di navbera 1-30ê Îlonê de 14 operasyonên cuda hatine kirin.
Hate gotin ku di operasyonan de bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan 41 kes hatin binçavkirin û dadgehê ji bo 26 kesan biryara girtinê daye, 15 kes jî hatine berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin