Finlandiya: Dewleta me, Kurdan diparêze

Finlandiya: Dewleta me, Kurdan diparêze

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Pekka Haavisto, li ser endamtiya NATOyê û nêzîkahiya welatê xwe ya li hember Kurdan, ji bo medyaya Kurd axivî. Wezîr Haavisto ragihand ku ew, mafên Kurdan diparêzin.

Pekka Haavisto, di axaftina xwe de qala pêvajoya endamtiya NATOyê kir û ragihand ku tenê 3 welatan endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê erê nekiriye. Li gorî agahiyên Wezîr Haavisto, Slovakya, Macarîstan û Tirkiye hîn vê endamtiyê qebûl nekiriye.

Pekka Haavisto, li ser mijarê bal kişand ser nêzîkahiya dewleta xwe ya li hember Kurdan û got,

“Helbet, fikara Tirkiyeyê ya herî mezin, mijara terorê û ewlehiya hundirîn e. Helbet Finlandiya û Swêd jî PKKê wekî rêxistina terorî qebûl dike.”

Li ser pirsa “Gelo hûn bi Tirkiyeyê re di mijara ‘kî terorîst e kî ne terorîst e’ de xwedî heman fikirê ne?” bersiv da û got,

“Helbet, em li ser vê mijarê diaxivin. Tiştê ku ji bo Tirkiyeyê vekirî ye, ji bo Finlandiya û Swêdê, zagonên neteweyî ne û li gorî wê tê tevgerîn. Di heman demê de li hember IŞÎDê û rêxistinên din ên terorî, em parçeyeke koalîsyonê ne. Ji ber vê yekê jî hedefên me yên hevpar hene.”

Haavisto di dawiya axaftina xwe de got,

“Kurdên ku welatiyên Finlandiyayê ne, xwedî hemû mafên welatîbûnê ne û ji ber vê yekê jî ji aliyê dewleta Finlandiyayê ve bi temamî tên parastin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin