Îsraîl: Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike

Îsraîl: Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike

PeyamaKurd – Îsraîl bi daxuyaniyekê biryara derxistina yasaya qedexekirina pêwendiyan li parlamentoya Iraqê şermezar kir û biryar weke yasayeke dûrî rastiyê bi nav kir.

Li gor Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Em biryara Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina yasaya li dijî asayîkirina pêwendiyan û sepandina sizayê darvekirinê bi ser her kesekî pêwendiya wî ligel Îsraîlê hebe, şermezar dikin.”

Îsraîlê eşkere kir: “Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike, serkirdeyên ku rêya rik û handanê hilbijart, zirar gihande gelê xwe.”

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ji gelê Iraqê daxwaz kir ku “piştevaniya vê helwesta tundrewiyê nekin.”

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê destnîşan kir: “Rêkeftinnameyên aştî û asayîkirina pêwendiya dewletên Ereb ligel Îsraîlê, aramî û vejîn e ji bo gelên navçeyê û siberoja Rojhilata Navîn desteber dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Pêncşemê 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin